Yerlîkaya kuştina du berpirsên PKKê li Êlihê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê kuştina du berpirsên PKKê di operasyona "Bozdogan-45" li Êlihê ragihand.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya da xuyakirin, Berpirsa Eyaleta Botanê Sultan Dag (Bêrîtan Amara) ku di lîsta sor de bû, tevî Zeyneb Cûdî di encamê operasyoneke leşkerî de li Êlihê hatine kuştin.

Yerlîkaya aşkere kir, firokeyên Fermandariya Hêzên Asmanî, firokeyên êrîşê yên ATAKê û J-SÎHAyan jî piştgirî dan operasyonê.

Yerlîkaya her wiha li ser hejmara xwe ya torên civakî da zanîn, her du endamên PKKê, ji sala 2016'ê ve beşdarî çendîn çalakiyan bûne ku tê de 6 leşker hatine kuştine û 19 leşker jî birîndar bûne.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê amaje bi wê jî kir, di heyama yek hefteyê de, 11 endamên PKKê hatine kuştin ku 2 ji wan di lîsta sor de bûne.

Ev yek di demekê ye, Parêzgariya Êlihê da xuyakirin, hin navçeyên bejahî yên Kercewsê, bi sedemên ewlekariyê ji 22’ê Hezîranê heta 6’ê Tîrmehê wek navçeyên ewlekariya taybet hatine ragihandin.