Balyozê Hollandayê: Bazirganiya navbera Kurdistan û Holendayê du qatan zêde bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Hezîranê pêşwazî li Balyozê Hollandayê li Iraqê Hans Sandy kir ku bi boneya bidawîhatina erkê wî serdan kiribû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hewl û karên Balyozî ji bo zêdetir pêşdebirina peywendiyên dualî kir.

Herwiha spasî pêzanînên xwe ji bo berdewamiya piştevaniya Hollanda di şerê dijî terorîstên DAIŞê û piştevaniya ji bo çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê pirrengiya aborî de, bi taybetî di sektora çandiniyê de nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha hêviya serkeftinê di erkê wî yê pêşerojê de, ji Balyozê Hollandayê re xwest.

Balyozê Hollndayê amaje bi peywendiyên bihêz ên di navbera Herêma Kurdistanê û Holanda de kir ku rêjeya danûstandinên bazirganiyê di navbera her du welatan de, du qatan zêde bûye û tekez kir ku welatê wî dixwaze peywendiyên xwe bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re zêdetir bipêş bixe.

Pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û giringiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di demeke guncayî ya îsal de, mijarên din ên hevdîtinê bûn.