Hevpeyman sîstemeke lojistî ya bihêz ji Pêşmrgeyan re dadinin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Hevpeymanan sîstemeke lojistî ya bihêz ji Pêşmrgeyan re dadinin, bi rêya wê sîstemê tevaya yekîneyên Pêşmergeyan bi hev re tên girêdan.

Wezareta Pêşmerge îro (Duşem, 24.06.2024) par ve kriye ku, Cîgirê Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerge Lîwa Rukin Hoşmend Heyder bi hevpariya Birêveberê Hevahengiyê, birêveberên mîrî yên giştî yên serbazî û gehandinê û Birêveberê ITyê yê Wezareta Pêşmerge li gel Berpirsê Nivîsîngeha Alîkariyê ya Ewlehiyê ya Konsulxaneya Amerîkayê Kolonel Maichel Gacheero û şanda pê re, ku ji nûnerên hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û Serperiştê Danana Pirojeya Lojistî ya Hêzên Hevpeymanan John Kirtz pêk dihat, civiyan.

Li dû ragehandina Wezareta Pêşmerge, di wê civînê de danûstandin li ser danana sîstemeke lojistî ya bihêz ji bo Pêşmergeyan hatiye kirin.

Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, her di wê civînê de biryar hatiye dan ku tîmeke hevpar serdaneke meydanî ji bo wî cihî bike yê ku dixwaze sîstema xwe lê binecih bike, tevî awayê danana wê sîstemê.

Wezareta Pêşmerge eşkere kiriye, armanc ji danana wê sîstemê girêdana tevaya yekîneyên Wezareta Pêşmerge bi awayekî mukomtir û baştir e.