Civata Wezarî ya Aborî civîneke taybet li Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê stratejiya niştîmanî ya dana qerzan dipejirîne, herwesa biryarê dide ku civîneke taybet a wê civatê li Herêma Kurdistanê bê kirin.

Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê îro (Duşem, 24.06.2024) bi serperiştiya Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Derve yê Îraqê ji bo Karûbarên Aborî û Wezîrê Derve Fuad Hisên stratejiya niştîmanî ji bo dana qerzan pejirand, piştî ku ji aliyê Parêzgerê Banka Navendî ve kurtiyek li ser vê stratejiyê û bicihanîna wê hat berçavkirin.

Herwesa Civata Wezarî ya Aborî bi serperiştiya Fuad Hisên biryar da ku civîneke taybet li Herêma Kurdistanê bike.

Li dû ragehandina Civata Wezarî ya Aborî, ew civîn dê girêdayî çarekirina tevaya arêşeyên aborî yên helawîstî yên navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin, bi tevlîbûna tevaya pêkhatên aborî yên her du hikûmetan.