Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Holandayê li Îraqê dike

Serok Barzanî û Hans Sandi
Serok Barzanî û Hans Sandi

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Holandayê li Îraqê dike û di wê çarçoveyê de radigehîne, “Gelê Kurdistanê dostên xwe ji bîr nake”. Herwesa spasiya gel û hikûmetên Holandayê dike ku di dema tengaviyan de deriyê xwe li ber awareyên Kurdistanê vekir.

Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 24.06.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Holandayê li Îraqê Hans Sandi kir.

Baregayê Barzanî parve kiriye, “Di wê hevdîtinê de Balyozê Holandayê li Îraqê, ku bi minasibeta bidawîhatina erkê xwe serdana Serok Barzanî kiribû, spasî û rêzên xwe ji bo wan peywendiyan diyar kirin ên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê de hene. Herwesa spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku herdem ji bo berdewamî û pêşxistina wan peywendiyan di hemî waran de alîkar bûye û xasma di warên abor, çandin û weberhênanê de. Herwesa berdewamiya alîkariyên welatê xwe bi rêya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê tekez kir.

Di pareke din a wê hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya bizavên Balyozê Holandayê di dema borî de kir û hêviya serkeftinê di karê wî yê nû de jê re xwast. Herwesa Serok Barzanî peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Holandayê di hemî waran de bilind nirxandin.

Serok Barzanî ragehand jî ku gelê Kurdistanê dostên xwe ji bîr nake û spasiya gel û hikûmetên Holandayê kir ku di dema tengaviyan de deriyê xwe li ber awareyên Kurdistanê vekir. Herwesa Serok Barzanî bal kêşa ser rolê Holandayê di piştevaniya hêzên Pêşmergeyan di dema şerê teroristên DAIŞê û çaksaziyên nav Wezareta Pêşmerge de jî ku rolekî berçav gêra.

Rewşa siyasî û ewlehî bi awayekî giştî û peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û hilbijartinên bên ên Perlemana Kurdistanê jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.