Senterekî çareseriyê ji bo tûşbûyiyên madeyên hişber li Hewlêrê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê û Rêkxistina Xêraxwaziyê ya Sterlingê ya Amerîkayî danûstandinan li ser vekirina senterekî çareseriyê ji bo tûşbûyiyên madeyên hişber û wan madeyan dikin ên ku bandorê li ser aqilî çê dikin.

Li dû ragehandina Parêzgeha Hewlêrê, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Duşem, 24.06.2024), bi berhevbûna Birêveberê Giştî yê Birêveberiya Tendirustiyê ya Hewlêrê Dr. Dilovan Fatih Celal û Birêvebera Koç û Koçberan a Parêzgeha Hewlêrê Naz Celal, bi şanda Rêkxistina Xêraxwaziyê ya Sterlingê ya Amerîkayî re civiya ku ji Dezgeha Sterlingê û şanda pê re pêk hatibû.

Hat eşkerekirin ku, ew şanda Amerîkayî bi merema çêkirina senterekî çareseriyê ji bo tûşbûyiyên madeyên hişber û wan madeyan ên ku bandorê li ser aqilî çê dikin serdana Hewlêrê kiriye.

Wê ragehandinê amaje jî da ku, Parêzgerê Hewlêrê di wê civînê de behsa metirsiyên madeyên hişber û wan madeyan ên ku bandorê li ser aqilî çê dikin kiriye û amaje jî daye ku ew bi awayekî bihêz rûbirûyî bazirganîkirina bi wan madeyan dibin.

Parêzgeha Hewlêrê eşkere kiriye ku, Parêzgerê Hewlêrê tekez kir ku hemî hevahengî û alîkariyan ji wê rêkxistinê re dike, ji bo biserxistina piroseya çêkirina senterekî ji bo çareseriya tûşbûyiyên madeyên hişber û wan madeyan ên ku bandorê li ser aqilî çê dikin li Hewlêrê, herwesa ev pêngavên rêkxistina wan jî giring wesifandin.

Wê ragehandinê bal kêşaye ser wê yekê jî ku, wê şandê jî tevaya berheviya rêkxistina xwe ji bo hevahengîkirina bi Parêzgerê Hewlêrê û Birêveberiya Giştî ya Tendirusrtiyê ya Hewlêrê re diyar kiriye, bi merema gehandina xizmetan ji bo kertên tendirustî û perwerdeyê, xasma jî rûbirûbûna metirsiyên madeyên hişber.

Li dû amara Birêveberiya Nehêlana Madeyên Hişber li Herêma Kurdistanê ku pêştir ragehandibû, di çar mehên destpêka îsal de 580 tometbar hatine desteserkirin. Ji wê hejmara jî, 328 tometbaran kirîn û firotin bi wan madeyan kiriye û 76 kîloyên madeyên hişber jî hatine bindestkirin.