Çend piroje li komelgehên Goretû û Mezinê tên bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Şaredariya Soranê ragehand, “Li ser budceya Birêveberiya Giştî ya Şaredariya Soranê, çend piroje li komelgehên Goretû û Mezinê tên bicihanîn.”

Birêveberê Giştî yê Şaredariya Soranê Xesro Îsmaîl îro (Sêşem, 25.06.2024) ji K24ê re ragehand, “Bi Desteya Endazeyî ya Birêveberiya Giştî ya Şaredariyên Soranê û Alîkarê Birêveberê Giştî re serdana Qayimqamiya Bajarkê Mêrgesorê kiriye, ji bo destpêkirin û bicihanîna pirojeya rêya dualî ya Goretûyê ku ji bo wê deverê pirojeyeke giring û stratejîk e.”

Xesro Îsmaîl herwesa got, “Me serdana çend pirojeyan li komelgeha Mezinê jî kiriye, bi wê meremê ku em ji nêz ve haydarî çawaniya bicihanîna wan bibin, ku bi gojimê yek milyar û 992 milyon û 829 hezar û 250 dînaran tên bicihanîn.”

Navbirî amaje jî da, “Ew çend piroje li komelgehên Goretû û Mezinê li ser budceya Birêveberiya Giştî ya Şaredariya Soranê tên bicihanîn.”