Mesrûr Barzanî: Em bi hemî awayan piştevaniya cotyarên Herêma Kurdistanê dikin

Mesrûr Barzanî sayloya Quştepeyê vekir
Mesrûr Barzanî sayloya Quştepeyê vekir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Em bi Hikûmeta Federalî re di danûstandin û peywendiyên berdewam de ne, ji bo ku genimê cotyarên Herêma Kurdistanê bi rêjeyeke berçav bê wergirtin.” Tekez jî kir, “Em bi hemî awayan piştevaniya cotyarên Herêma Kurdistanê dikin û bi alîkariya kertê taybet jî em ji bo pêşxistina pîşesaziya xwarinê kar dikin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 25.06.2024) di merasîmeke taybet de, bi berhevbûna hejmareke cotyarên deverê, sayloya Quştepeyê li qezaya Quştepeyê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê vekir.

Mesrûr Barzanî di wê merasîmê de serdana pişkên wê sayloyê kir û ji nêz ve çavdêriya wergirtina genimê cotyaran kir. Paşî di gotinekê de amaje da giringiya çêkirina sayloyan wekî pareke karnameya hikûmetê di warê giringîdana taybet bi kertê çandinê û cotyarên Herêma Kurdistanê de û karkirinê pêxemetî dabînkirina ewlehiya xwarinê û zindîkirina berhemê cotyarên Kurdistanê. Herwesa got, “Em dilxweş in ku niha li piraniya bajar û bajarkan embarên wergirtina genim û danana hene.”

Navbirî herwesa got, “Çandin bingeh û şademara aborê Herêma Kurdistanê ye û em dixwazin cotyarên me piştrast bibin ku berhemên wan belaş naçin. Îsal me bihîst ku rêjeya berhemê me yê danan zêdetir bûye û em bi Hikûmeta Federalî re di danûstandin û peywendiyên berdewam de ne, ji bo ku genimê cotyarên Herêma Kurdistanê bi rêjeyeke berçav bê wergirtin, ku heta astekê berçav hin tişt pejirandine lê di astê me yê pêdivî de nebûye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemî awayan piştevaniya cotyarên Herêma Kurdistanê dike û em bi alîkariya kertê taybet jî ji bo pêşxistina pîşesaziya xwarinê kar dikin”.

Sayloya Quştepeyê bi gojimê 21 milyar û 276 milyon û 835 hezar dînaran ji aliyê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye çêkirin û dikare 40 tonên genim û danana embar bike.