Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê bi Yekîtiya Jinên Kurdistanê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi Sekreter û Endamên Sekreteriya Yekîtiya Jinên Kurdistanê civiya.

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî di civînê de amaje bi rola girîng ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir ku di qonaxên cuda de beşdariyeke wê ya berçav û bibandor di tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de hebûye û divê têkoşîna xwe ya rêxistinî ya ji bo parastina mafên jinên Kurdistanê, pêşxistina hizra niştimanî û karkirina ji bo rakirina tundiya civakî bidomîne.

Cîgirê Serokê PDKê tekez kir, divê jinên Kurdistanî di warê siyasî û rêxistinî de jî rola xwe bilîzin, ji bo jinan han bidin ku beşdariyeke wan bandortir di warê siyasî û birêvebirinê de hebe.