Mesrûr Barzanî: Em cotkarên xwe piştrast dikin ku em nahêlin berhemên wan belaş biçin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê vekirina sayloyeke nû de ragihand, “Em ji cotkarên xwe re piştrast dikin ku em nehêlin berhemên wan belaş biçin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Hezîranê li tora civakî “X” belav kir: “Destkefteke din di warê çandiniyê de: “Me sayloyeke 40 hezar tonî û bi bihayê zêdetirî 16 milyon dolar vekir.”

Mesrûr Barzanî got: “Bi hevkariya sektora taybet, em ê pîşesaziya xurekê li Herêma Kurdistanê bipêş bixin û cotkarên xwe piştrast bikin ku em nahêlin berhemên wan belaş biçin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 25.06.2024) di merasîmeke taybet de, bi berhevbûna hejmareke cotyarên deverê, sayloya Quştepeyê li qezaya Quştepeyê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê vekir.

Mesrûr Barzanî di wê merasîmê de serdana pişkên wê sayloyê kir û ji nêz ve çavdêriya wergirtina genimê cotyaran kir. Paşî di gotinekê de amaje da giringiya çêkirina sayloyan wekî pareke karnameya hikûmetê di warê giringîdana taybet bi kertê çandinê û cotyarên Herêma Kurdistanê de û karkirinê pêxemetî dabînkirina ewlehiya xwarinê û zindîkirina berhemê cotyarên Kurdistanê. Herwesa got, “Em dilxweş in ku niha li piraniya bajar û bajarkan embarên wergirtina genim û danana hene.”

Sayloya Quştepeyê bi gojimê 21 milyar û 276 milyon û 835 hezar dînaran ji aliyê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye çêkirin û dikare 40 tonên genim û danana embar bike.