Xemîs Xencar: Serok Barzanî roleke mezin di çareserkirina pirsa Serokê Parlamentoyê de dibîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Siyade ya Sunne, Xemîs Xencer rola Serok Barzanî di çareserkirina pirsa Serokê Parlamentoyê de bilind nirxand û got, dê di rojên pêş de ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, gav bên avêtin.

Xemîs Xencer îro 25ê Hezîranê li parêzgeha Neynewayê di kongirekî rojnamevanî de amaje bi hewlên hilbijartina Serokê Parlamentoya Iraqê  kir û ragihand, dê di rojên pêş de gav ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê werin avêtin.

Herwiha got: “Aramiya pêkhateyên Şîe, sunne û kurd, bandora wê li ser aramiya hemû Iraqê dike û berûvajî wê jî aramiya Iraqê, bandorê li aramiya hemû pêkhateyan dike.”

Xemîs Xencar got, piştî ku Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ji kar hat avêtin, heta niha parlamentoya Iraqê serokê nû destnîşan nekiriye.

Her wiha bal kişande ser rola Serok Barzanî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bidawîkirina nakokiyan û got, Serok Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan roleke mezin lîstiye.

Dadgeha Federalî roja 14ê Mijdara 2023an endamtiya Mihemed Helbûsî di Parlamentoya Iraqê de bidawî anîbû û Helbûsî ji posta Serokê Parlamentoya Iraqê dûrxistibû.

Roja 18ê Gulana 2024an de jî, bi amadebûna 258 parlamenteran, gera yekem a dengdana ji bo hilbijartina serokê nû yê parlamentoya Iraqê dest pê kir, lê ti namzedekî dengên pêwîst bidest neanîn.