Cotkarên mexdûr: Em dixwazin dewlet alîkariya me bike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Mexdurên Şewata di navbera Mêrdîn û Diyarbekirê de rû dayî dibêjin, 6 roj derbas bun lê hîn jî bo qerebûkirina mexdûriyeta wan gavek nehatiye avêtin û bang li dewletê dikin ku alîkariya wan were kirin da ku ew neçar nemînin ku ji gundên xwe bar bikin.

Di 20ê Hezîrên de agir bi zeviyên çandiniyê yên navbera Diyarbekir û Mêrdînê de ket bi tevahî 15 hezar berecot zevî şewitî ku ji 5 hezar berecotî zêdetir zeviyê hêj nehatibû çinîn tê de hebû. Cotkerên ku qada şewatê de zeviyên wan hebun li aliyekê hewil didin ser xwe ve werin û li aliyekê jî çaverê ne ku ziyana wan were qerebûkirin.

Mexdurê Şewatê, cotkar Sidîq Dûman ji K24ê re got: “250 zeviyê min ê hêj nehatibû çinin ket ber şewatê, amurên min ên avdaniyê şewitin, reze min şewitî, qasî li ber reze xwe dikevim ewqasî li ber zeviyê xwe nakevim.”

Li aliyekê tê gotin ku agir ji ber şewitandin firêzeyan derketiye lê cotkarê ku mexdurên şewatê ne amaje dikin ku agir ji ber têlên lehrebeyê derketiye û ji ber bablîsokê jî di demeke kin de li qadek 66 hezar meitrçargoşe belav bûye.

Mexdurê Şewatê, cotkar Henîfî Bugdaycî got: “36 sal berê ev têlên kehrebeyê hatibun danîn serdema Turgut Ozal de, ji wê demê ve kontrola van telan nehatiye kirin, têl sist hatine girêdan, sedema şewatê têlên kehrebeyê ne.”

Di şewata zeviyên çandiniyê de 924 ajal jî mirar bun û ajalvanên ku dahata wan bi li ser ajalvaniyê ye dibêjin ew dixwazin destê alîkariyê bo wan were dirêjkirin.

Mexdurê Şewatê Osman Esen dibêje: “Em feqîr in, em mexdur in, min ji bilî van ajalan tiştek din tine, 100 pezên min şewitîn.”

Li xala ku şewat despêkirî genimê şewitî yê hêj nehatî çinîn heye ku gundî dibêjin aigr ne ji şewitandina firêzeyan e lê ji ber têlên kehrebeyê ye.