Komkujiya Amûdê Li Hewlêrê tê bibîranîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerîtiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê komkujiya Amûdê di roja salvegera wê de li bajarê Hewlêrê bibîr tîne.
Nûnerîtiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê îro (Pêncşem, 27.06.2024) li bajarê Hewlêrê komkujiya Amûdê di roja salvegera wê de bibîr anî, ku di wê komkujiyê de çend welatiyên sivîl bûbûn qurbanî.
Endamê Peywendiyên Derve yên ENKSê Îbrahîm Bro di vî warî de ji K24ê re got, “Îro 11 sal di ser komkujiya Amûdê re derbaz dibin, ku di roja 27.06.2013ê de çê bû û di wê komkujiyê de şeş kes şehîd bûn.”
Îbrahîm Bro herwesa got, “Ew rojeke xemgîn bû. Wê demê çekdarên PYDyê di bin çavdêriya rijêma Sûriyeyê de bi hevparî karîbû wê tawanê di hundirê bajarê Amûdê de bike.”
Navbirî amaje jî da, “Heta niha ew kesên ku ew kuştin kiriye nehatine sizadan, herwesa nehatiye diyarkirin ka ew kjes kî ne jî.”
Wî Endamê Peywendiyên Derve yên ENKSê eşkere jî kir, “Berî du sê salan Serokê QSDyê soz da ku wê bûyerê bişopînin û itîraf kir ku ew komkujî ji aliyê wan ve çê bûye, lê heta niha kesên ku ew tawan kiribû nehatine sizadan û navên wan jî nehatine diyarkirin.”
Îbrahîm Bro tekez jî kir, “Xelkê Amûdê heta îro jî berdewam daxwaza xuyanîkirin û zelalkirina vê komkujiyê dikin.”
Navbirî herwesa got, “Niha hêvî li ser danûstandinên Kurdî-Kurdî tên girêdan, xasma jî ji aliyê Amerîkayê ve ku dide xuya kirin ku dê van danûstandinan berdewam bike, lê mixabin heta îro jî girtina siyasetmedaran, revandina zarokan û şewitandina nivîsîngehan berdewam e.”