Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevirê binyatê yê sayloya Helebceyê datîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30ê Hezîranê li bajarê Helebceyê kevirê bingehîn ê sayloya bajêr datîne.
Sayloya Helebceyê bi bihayê 27 milyar û 500 hezar dînar, li ser rûbera 52 donim erd tê avakirin, ji 10 embarên depokirina genim pêk tê û ku şiyana wê ya embarkirina 40 hezar ton genim heye.
Kabîneya Nehem giringî daye pêşxistina sektorên curbicur ji wan çandiniyê û bi taybet sektora çandiniyê, ji bilî bazirganiya berhemên cotkaran li navxwe û derveyî welat, giringiyeke mezin daye avakirina sayloyan li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê, wek prensîpeke sereke ji bo xurtkirina ewlehiya çandinî û aboriyê.
Danîna kevirê binyatê yê sayoloya Helebceyê di demekê de ye, Serokwezîr Mesrûr Barzanî Roja 26.06.2024an pêşwazî li Encûmena Piştgiriya Parêzgeha Helebce kir û tekez kir “xizmeta tevahiya Kurdistanê û bi taybet Helebçeyê, weke sembola qurbanîdana gelê Kurdistanê, bi erkê xwe yê sereke dizanin.”