Serok Barzanî bi serkirde û aliyên Suneyan re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 04.07.2024) li Bexdayê li mala Şêx Xemîs Xencer bi serkirde û aliyên siyasî yên Sune re civiya.
Li gorî daxuyaniyeke Baregeha Barzanî, di wê hevdîtinê de serkirde û aliyên Sune serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê bilind nirxand û ev serdan wekî serdaneke dîrokî û girîng binav kir, ku encam û bandoreke erênî li ser tevahiya proseya siyasî dike. Herwesa behsa daxwaz û arêşeyên pêkhateya Sune û danûstandin li ser pirsa diyarkirina Serokê Civata Nûnerên Iraqê kirin.
Her di vê civînê de, “Aliyên siyasî yên Sune daxwaz ji Serok Barzanî kir ku alîkariya proseya siyasî ya Iraqê bike, da ku hemû pêkhate bigehin çareseriyekê ji bo pirsgirêk û daxwazên xwe. Herwesa tekez kir ku hebûna Serok Barzanî li Bexdayê, pişt û penagehek e ji pêkhateyên Sune û pêkhateyên din ên Iraqê re û hêzê dide proseya siyasî.
Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî dilxweşiya xwe ji bo hevdîtina bi aliyên Sune re nîşan da û hêvî xwast ku ew civîn ji bo zêdetir têgihiştin û hevahengiyê di navbera aliyan de bibe destpêkek.
Di pareke din a wê rûniştinê de, Serok Barzanî amaje da sedemên serdana xwe ya ji bo Bexdayê û civîna xwe ya bi aliyên siyasî yên di nav Çarçoveya Hevahengiyê de, herwesa ragehand ku rewşeke erênî di piroseya siyasî ya Îraqê de hatiye pêş ku li ser bingeha destûrî û li dû lihevkirinan bi ser asteng û netebayî û arêşeyan de zal bibin.
Li ser mijara hebûna Hevpeymanan, Serok Barzanî tekez kir ku wê mijarê rehendên niştîmanî hene û pêdivî ye biryarên yekdestî û niştîmanî di wî warî de hebin, ku xizmeta berjewendî û seqamgiriya Îraqê û deverê bikin.
Li ser pirsa diyarkirina Serokê Civata Nûnerên Iraqê jî, Serok Barzanî amaje da ku berjewendiyên giştî û paşeroj û çarenivîs di ser destkeftî û berjewendiyên kitekes û partiyan de ne, herwesa daxwaz jî kir ku aliyên Sune alîkarên hev bin û ew pirs bi zûtirîn dem bê çarekirin.