Serok Barzanî û Serokkomarê Îraqê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Berî demeke kêm Serok Barzanî gehişt Koçka Serokatiya Îraqê û ji aliyê Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd ve pêşwaziya wî hat kirin.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Şivan Cebarî ragehand, “Civîna navbera Serok Barzanî û Serokkomarê Îraqê hat destpêkirin, herwesa hejmareke serkirdeyên siyasî û berpirsên hizbî û hikûmî jî tevlî wê civînê bûne.”
Peyamnêrê K24ê amaje jî da, “Piştî wê civînê, Serok Barzanî dê peyameke taybet pêşkêşî kesatiyên siyasî û hikûmî yên Îraqê bike.” Herwesa got, “Ev dê dawî civîna Serok Barzanî ya li Bexdayê be.”
Şivan Cebarî eşkere jî kir, “Serok Barzanî di dema van her du rojan de çend peyam ji bo aliyên siyasî yên Îraqê hebûn, ya herî giring jî ew bû ku “divê qonaxa bê ji bo Îraqê qonaxeke seqamgir be.”