Şêwirmendekî Serokkomarê Îraqê: Serok Barzanî herdem rol di çarekirina arêşeyên Îraqê de hebûye
Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendekî Serokkomarê Îraqê amajeyê dide, “Serok Barzanî li ser astê Îraqê û yê navdewletî pêgeheke gelek bibandor heye û herdem rol di çarekirina arêşeyên Îraqê de hebûye.”
Şêwirmendê Serokkomarê Îraqê Mihemedemîn Faris di konferanseke rojnamevanî de got, “Serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê gelek giring bû.”
Mihemedemîn Faris herwesa got, “Serok Barzanî bi serkirdeyên siyasî û berpirsên Hikûmeta Îraqê re civiya û tekez li ser çarekirina arêşeyên navxwe yên Îraqê bi giştî û yên Hewlêr û Bexdayê bi taybetî kir.”
Şêwirmendê Serokkomarê Îraqê amaje jî da, “Serok Barzanî li ser astê Îraqê û yê navdewletî pêgeheke gelek mezin û bibandor heye, ev jî wesa dike ku arêşe ber bi çarekirinê ve biçin.”
Serok Barzanî îro (Pêncşem, 04.07.2024) di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de serdana Koçka Serokatiya Îraqê kir û ji aliyê Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd ve pêşwaziya wî hat kirin.
Baregayê Barzanî parve kiriye, “Di wê hevdîtinê de ku hejmareke serkirdeyên siyasî yên Îraqê jî tevlî wê bûbûn, Serokkomarê Îraqê rêz ji bo serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê hebû, herwesa bi awayekî giring û bibandor di kûrkirina diyalogeke avaker de di navbera aliyên siyasî de wesifand û hêvî kir ku encamên wê serdanê xizmeta seqamgirî û berjewendiya Îraqê bikin.”
Her di wê civînê de behsa rewşa giştî ya Îraqê û dawî pêşhatan jî hat kirin, herwesa tekez li ser mukomkirina hevkarî û hevahengiya navbera aliyan jî hat kirin, pêxemetî nehêlana asteng û arêşeyan û berdewamiya vê rewşa erênî ya ku di piroseya siyasî ya Îraqê de hatiye pêş.