Emar Ezawî: Pêdivîtiya Îraqê bi hikmet û siyaseta Serok Barzanî heye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Navenda Yermokê ya Xwandin û Pilandanana Stratejî amajeyê dide, “Niha pêdivîtiya Îraqê bi hikmet û siyaseta Serok Barzanî heye.” Herwesa dibêje, “Serok Barzanî siyaseteke nerim heye û armanca xwe gelek bi hûrî dihingêve.”
Serokê Navenda Yermokê ya Xwandin û Pilandanana Stratejî Emar Ezawî duhî (Pêncşem, 04.07.2024) di derheqa serdana Serok Barzanî ya ji bo Bexdayê de ji K24ê re got, “Serdana Serok Barzanî di vê demê de gelek giring e.” Herwesa got, “Ev serdan piştî şeş salan dîrokî ye ji ber ku ji bo gehandina peyamekê ji bo Îraqê bû, ku çend doz hene pêdivî ye danûstandin li ser bên kirin.”
Emar Ezawî amaje jî da, “Serok Barzanî gelek salan navenda lihevnêzîkkirina aliyên neyek ên Îraqê bû, civînên wî diyar kir ku wî bandoreke mezin heye, tevî wê jî danûstandin li ser petrol û lihevkirina siyasî û pêkanîna hikûmetê û Serokê Civata Nûnerên Iraqê û arêşeya aliyên Sune hatin kirin.” Herwesa got, “Serok Barzanî diselimîne ku bandoreke zêde li ser piroseya siyasî ya Îraqê heye.”
Navbirî ron jî kir, “Serok Barzanî kesatiyekî dîrokî ye, niha pêdivîtiya Îraqê bi hikmet û siyaseta Serok Barzanî heye, herwesa dibe xala komker a hêz û aliyên neyek û komkerên arêşeyan.” Herwesa got, “Serok Barzanî siyaseteke nerim heye, dikare armancên xwe gelek bi hûrî û bi kêmtirîn rê bihingêve.”
Serokê Navenda Yermokê ya Xwandin û Pilandanana Stratejî tekez jî kir, “Piştî serdana Serok Barzanî, rewşeke nû di navbera aliyan de li Îraqê çê dibe, xasma ji bo çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê.” Herwesa got, “Serdana Serok Barzanî bizavek e ji bo vedîtina çareseriyê ji bo arêşeyan.”
Emar Ezawî eşkere jî kir, “Ên ku di dema borî de rolê berhelistkaran didît li pêşwaziya Serok Barzanî bûn û tevlî civînan bûn.” Herwesa got, “Ew li ser wê yekê belge ne ku rûpeleke nû ya peywendiyan hatiye vekirin, aliyên neyek ên Sune bi amadebûna Serok Barzanî bi hev re civiyan.”