Ebdulrezaq Şemerî: Serok Barzanî sihwaneya komker a hemî aliyên siyasî yên Îraqê ye

Ebdulrezaq Şemerî
Ebdulrezaq Şemerî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şirovekerekî siyasî amajeyê dide, “Herêma Kurdistanê dewlet serê Serok Barzanî rolê Hebeşeyê heye, ji bo hemî Îraqiyan û hewandina pêkhateyên cuda cuda bûye penageheke aram û Serok Barzanî jî bûye Necaşî.” Herwesa dibêje, “Cihê şanaziyê ye û em spasdarên Xudayê mezin in ku Kurdistan û Îraqê Serok Barzanî heye.”

Şirovekerê Siyasî Ebdulrezaq Şemerî îro (În, 05.07.2024) taybet ji K24ê re got, “Serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê di vê dem û rewşê de ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê û paşeroja her du aliyan giring e.”

Ebdulrezaq Şemerî amaje jî da, “Serok Barzanî rolekî mezin di rêkxistin û hevgirtina navmala Suneyan de û xasma di hilbijartina serokekî nû ji bo Civata Nûnerên Îraqê de digêre.”

Navbirî tekez jî kir, “Serok Barzanî sihwaneya komker a hemî aliyên siyasî yên Îraqê ye û heta dikare arêşeyên ku di nav Sune û Şîeyan bi xwe de jî hene çare bike.”

Wî şirovekerê siyasî ron jî kir, “Serok Barzanî ji ber ezmûn û dîrok û serkirdetiya xwe bandoreke mezin li ser serkirdeyên siyasî yên Îraqê heye û hemî berhev in bi gotina wî bikin.”

Serok Mesûd Barzanî pêr (Çarşem, 03.07.2024) seet 11:20 ê berî nîvro bi hevaltiya şandeke bilind a Herêma Kurdistanê gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Cîgirên Serokwezîrê Îraqê Mihemed Temîm û Fuad Hisên û hejmareke berpirsên hikûmî û siyasî yên Îraqê ve hat pêşwazîkirin.

Ew şanda hevaltiya Serok Barzanî ji bo Bexdayê dike ji Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Civata Wezîran Umêd Sebah, Şêwirmendê Serok Barzanî Erefat Kerem Stûnî, Endamên Mekteba Siyasî ya PDKê Azad Berwarî û Hêmin Hewramî, Berdevka Baregayê Bazirganî Xelîda Xelîl û hejmareke din a berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tê.