Armanc Nêrweyî: Serkirdeyên Îraqê hebûna Serok Barzanî di nav xwe de pêdivî dibînin

Armanc Nêrweyî
Armanc Nêrweyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şirovekerekî siyasî amajeyê dide, “Tevî rolê xwe yê siyasî û dîrokî, Serok Barzanî rolekî destûrî jî heye.” Herwesa dibêje, “Serkirdeyên Îraqê hebûna Serok Barzanî di nav xwe de pêdivî dibînin.”

Şirovekerê Siyasî Armanc Nêrweyî îro (În, 05.07.2024) taybet ji K24ê re got, “Serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê giring û di dema xwe de bû, xasma ku Serok Barzanî li sala 2003ê rolekê mezin di avakirina Îraqa nû de bi Mam Celal re gêra.”

Armanc Nêrweyî amaje jî da, “Tevî rolê xwe yê siyasî û dîrokî, Serok Barzanî rolekî destûrî jî heye ji ber ku tevlî nivîsîn û darêtina destûrê nû yê Îraqê bûbû, ew destûrê ku rê li şer û malwêraniyeke gelek mezin li Îraqê girtiye.”

Navbirî behs jî kir, “Îraq li ser astê Rojhilata Navîn wesa ye ku li nav zeviyeke pirî mîn de be û hemî deman pêşbîniya teqînê jê bê kirin, lewma serkirdeyên Îraqê hebûna Serok Barzanî di nav xwe de pêdivî dibînin.”

Serok Mesûd Barzanî pêr (Çarşem, 03.07.2024) seet 11:20 ê berî nîvro bi hevaltiya şandeke bilind a Herêma Kurdistanê gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Cîgirên Serokwezîrê Îraqê Mihemed Temîm û Fuad Hisên û hejmareke berpirsên hikûmî û siyasî yên Îraqê ve hat pêşwazîkirin.

Ew şanda hevaltiya Serok Barzanî ji bo Bexdayê dike ji Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Civata Wezîran Umêd Sebah, Şêwirmendê Serok Barzanî Erefat Kerem Stûnî, Endamên Mekteba Siyasî ya PDKê Azad Berwarî û Hêmin Hewramî, Berdevka Baregayê Bazirganî Xelîda Xelîl û hejmareke din a berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tê.