Îbrahîm Simo: Serok Barzanî enerjiyeke erênî pêşkêşî cadeya Îraqî kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Şirovekerekî siyasî amajeyê dide, “Serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê baş hat şirovekirin, herwesa enerjiyeke erênî pêşkêşî cadeya Îraqî kir.”
Mamostayê zanîngehê û Şirovekerê Siyasî Dr. Îbrahîm Simo ji K24ê re got, “Medyakarên Ereb serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê bi awayekî gelek baş şirove kir, wê serdanê enerjiyeke erênî pêşkêşî cadeya Îraqî kir.”
Îbrahîm Simo amaje jî da, “Serok Barzanî tenê ji bo serdana aliyên siyasî neçûbû Bexdayê, belkî bi balyozên hemî welatan yên Îraqê re jî civiya, tevî Amerîka û Îranê û welatên Erebî jî, herwesa Serok Barzanî çû Bexdayê ji bo ku arêşeyên Îraqê çare bike û nehêle bikeve.”
Navbirî ron jî kir, “Serok Barzanî peyameke ron û eşkere pêşkêşî Îraqiyan û welatên zilhêz kir û got: Ev niyeta me ye ji bo Îraqeke demokrat. Herwesa Serok Barzanî ji bo çarekirina arêşeyên hizbî neçû Bexdayê belkî ji bo çarekirina arêşeyên Îraqê çû Bexdayê.”
Serok Mesûd Barzanî pêr (Çarşem, 03.07.2024) seet 11:20 ê berî nîvro bi hevaltiya şandeke bilind a Herêma Kurdistanê gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Cîgirên Serokwezîrê Îraqê Mihemed Temîm û Fuad Hisên û hejmareke berpirsên hikûmî û siyasî yên Îraqê ve hat pêşwazîkirin.
Ew şanda hevaltiya Serok Barzanî ji bo Bexdayê dike ji Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Civata Wezîran Umêd Sebah, Şêwirmendê Serok Barzanî Erefat Kerem Stûnî, Endamên Mekteba Siyasî ya PDKê Azad Berwarî û Hêmin Hewramî, Berdevka Baregayê Bazirganî Xelîda Xelîl û hejmareke din a berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tê.
Serok Barzanî di wê serdanê de bi her sê serokatiyên Îraqê û Îdareya Dewletê û Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan û hemî berpirs û balyozên welatan re civiya, ji bilî ku bi çend parêzgerên bajarên Îraqê re jî civiya.