Endamê PDK Bakur Evdirehîm Yawuz koça dawî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê PDK Bakur ve hat ragihandin, endamê wan Evdirehîm Yawuzê ku ji Cizîra Botan e koça dawî kir û bal hate kêşan ku Evdilkerîm Yawuz her dem bo doza Kurd û Kurdistanê xizmet kiriye.

PDK Bakur ji hejmara xwe yê medyaya civakî da zanîn, endamê wan Kak Idrîs (Evdirehîm Yawuz) li Ruhayê koça dawî kiriye û li Cizîra Botan hatiye definkirin.

Daxuyaniya PDK Bakur:

“Heval û hogirê me yê bi salan, endamê Partiya me PDK-BAKUR, Kak Idrîs (Evdirehîm Yawûz), li Rihayê koça xwe ya dawîn kir.

Kak Idrîs, wek xemxûrekî welêt, di sala 1977an de li Cizîra Botan tevlî refên Partiyê bibû ku di tevahiya jiyana xwe de her tim ji bo Kurd û Kurdistanê heya roja dawîn jî bê rawestan kar kiribû.

Em wek PDK Bakur, sersaxiyê li endamên malbata wî, li endamên partiyê û hemû hezkiriyên wî dikin.

PDK Bakur li niştimanperwerî û têkoşeriya wî ya ku ji bo me wek mîrateyekê ye, dê heya serxwebûna Kurdistanê xwedî derkeve.

Xwedê rehma xwe lê bike, cihî wî bihûşta rengîn be.”