Wezîrê Darayî: Her meh bi behaneyên nû arêşe ji bo şandina mûçeyan tên çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Tevî ku pêdivî ye her sê mehan carekê hûrbînî bê kirin, lê her mehekê bi behaneyeke nû arêşe ji bo şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê li Bexdayê tên çêkirn.”

Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab îro (Duşem, 08.07.2024) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Komara Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun û şanda pê re kir, ku ji Berpirsê Pişka Siyasî Chin Xiuxing û Berpirsê Pişka Aborî û Bazirganî ya Konsulxaneyê Ju Diman pêk hatibû.

Li dû ragehandina Wezareta Darayî, di wê hevdîtinê de danûstandin li ser rewşa darayî û aborî ya Herêma Kurdistanê hatin kirin û peywendiyên navbera wê wezaretê û Konsulxaneya Çînê bi giringî ve hatin helsengandin.

Wezîrê Darayî spasiya Konsulxaneya Çînê kir ku di dema çend mehên borî de fermanberên Wezareta Darayî vexwandibûn pênc kors û semînerên cuda cuda li deverên cuda yên welatê Çînê, bi merema wergirtina feydeyî ji ezmûna birêvebirina dezgehên wî welatî û xasma di warê gomirk û xalên sinorî de.

Di tewerekî din ê wê civînê de, Wezîrê Darayî kurtiyek li ser çaksaziyên Wezareta Darayî di Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di warê rêkxistina bac û gomirk û bank û xanenişînî û dîjîtalkirina dezgehan û kêmkirina xerciyan ji bo şanda mêvan pêşkêş kir, amaje jî da ku li ser astê hikûmetê hêsankariyên temam ji bo kompaniyên biyanî kirine, ji bo ku weberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin. Ji vî alî jî ve pêngavên baş hatine avêtin, ji bo avakirina jêrxaneya aborî di warên çandin û pîşesazî û kertên cuda cuda de.

Awat Şêx Cenab ragehand, “Hevfêmkirin û pêşveçûn ji bo çareseriya arêşeya mûçeyan hene û çend caran hûrbînî di lîst û navên hêzên ewlehiyê de hatiye kirin. Tevî ku li dû biryara Dadgeha Federalî nabe çi arêşe û astengek bibe sedema paşxistin û nedana mûçeyan, lê bi behaneya hûrbîniyê her meh li Bexdayê arêşeyeke nû ji bo mûçeyan tê çêkirin. Ev di demekê de ye ku li dû qanûna budceyê, divê her sê mehan carekê hûrbînî li ser xercî û dahatan bê kirin.

Wezîrê Darayî eşkere jî kir ku, Herêma Kurdistanê pabendiyên xwe bi cih anîne, wekî vegerandina pişka gencîneyê ya federalî ji dahata negirêdayî petrolê ya Herêma Kurdistanê û radestkirina lîst û navên hêzên serbazî û ewlehiyê û berdewamiya bankkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û şandina raporta terazûya pêdaçûna mehane.