Pispor: Yek ji armancên asayîkirina pêwendiyên Enqere – Şamê jinavbirina Rêveberiya Xweser e

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di nava hefteyekê de, du caran banga hevdîtinê li Serokê Sûriyeyê Beşar Esedî kir û tê çaverêkirin her du serok di mehên pêş de bicivin. Hin zanayên siyasetê yên li ser krîza Sûriyeyê di wê baweweriyê de ne ku, Tirkiye dixwaze hem ji rojavayê Kurdistanê ji nav bibe hem jî dixwaze çareseriyeke siyasî ji qrîza Sûriyeyê re bibîne. Hin zanayên siyasetê jî balê dikşînin ser astengiyên vê pêvajoyê û dibêjin, nediyariya çarenûsa bimilyonan Sûriyên li Tirkiyeyê û bakurê Sûriyeyê mezintirîn asteng e li pêşiya asayîbûnê.

Vê dawiyê bangên Enqereyê yên ji bo asayîkirina pêwendiyên digel Şamê zêde bûye û ji niha ve dezgehên hawalgirî yên her du welatan bi hev re dicivin daku hevdîtinek di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî û Serokê Sûriyeyê Beşar Esedî de amade bikin.

Dr. Semîr Abdullah yek ji wan zanayên siyasetê ye li ser pirsa Sûriyeyê diyar dike ku, hikûmeta Tirkiyeyê bi asayîkirina pêwendiyan armanc dike ji alîkî ve Rêvberiya Xweser a rojava Kurdistanê ku li ser ewlekariya asayîşa xwe gef dibîne ji nav bibe û ji alîkî din ve jî dixwaze xwe hem ji qrîza Sûriyeyê re çareseriyeka siyasî, hem jî çareseriyek ji penaberên li Tirkiyeyê re bibîne.

Çavdêrê siyasî Dr. Semîr Abdullah ji K24ê re got: “Em hemû zanin mijara rojhelata Feratê ji bo Tirkiyeyê girêdayî ye bi ewlehiya niştimanî jiber wê yekê ew bi tirs bû ku hilbijartinên Rêveberiya Xweser cidî bin û bandorê li hundirê Tirkiyeyê bike, kirîza abûrî li Tirkyê jî bûye sedem ku Tirkyê dixwaza dergehan bi hikumeta wî welatî re veke herwiha alozî li Tirkyê heye jiber rewşa penaberan, jiber wan hemu sedeman Tirkyê bi tirse ku rewşa heyî berdewam bimîne jiber wê ew hewildide guhertinê di doseya Sûriyê de çêke.”

Reveberê Navenda Lêkolînê ya Ramanê Dr. Bedîr Mistefa dibêje: “Di formûla niha de çareseriya heşt milyon mirovan ku beşek ji wan çekdar in ne diyar e. Gelo ev çekdar dê biçin ku? Dê vegerin cem Esed? An dê bi salan li herêmê xwe bin û paşê bi rengekî rengan çareseriyek ji wan re were dîtin, an jî Eesd dê bikeve li herêmên wan çekdaran û şerê wan bike? Ev bijardeya dawî dê pirsgirêkên mezintir û aloztir bi xwe re bîne.”

Di salên borî de jî Tirkiyeyê gelek caran banga asayîkirina pêwendiyan li rejîma Sûriyeyê kiribû. Lê pêşmerca Sûriyeyê ya ji bo vekişandina hêzên Tirkiyeyê danûstandinên asayîbûnê rawestandibûn. Lê niha balkêş e ku her du alî çi pêşmerc nadin pêşiya hevûdu û egera serkeftina danûstandinan zêdetir e ji berê.