Umêd Sebah: Em rêkarên kargêrî û sîstema darayî ya navbera Hewlêr û Bexdayê rêk dixin

Logoyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê
Logoyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê radigehîne, “Em bi Hikûmeta Îraqê ya Federalî re rêkarên kargêrî û sîstema darayî ya navbera Hewlêr û Bexdayê rêk dixin.”

Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah îro (Pêncşem, 11.07.2024) li ser rûpela xwe ya fermî ragehand ku, îro li Serokatiya Civata Wezîran pêşwaziya şandeke Hikûmeta Îraqê ya Federalî kir, ku girêdayî rêkxistina rêkarên kargêrî û darayî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bû.

Umêd Sebah amaje jî da, “Di wê civînê de ku Sikirtêrê Civata Wezîran Amanc Rehîm û Serokê Fermangeha Hevahengî û Lidûçûnê Ebdulhekîm Xesro jî tê de berhev bûbûn, behsa çawaniya rêkxistina rêkarên kargêrî û sîstema darayî ya navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin, bi awayekî ku wekî yek bin û bi hev re guncayî bin”.

Navbirî herwesa got, “Ji bo vê meremê, biryara çêkirina tîmekê hat dan. Ev tîm li ser rêkxistina rêkarên kargêrî û çêkirina sîstemeke darayî ya guncayî û hevpar di navbera Hewlêr û Bexdayê de kar dike, ku dibe bingeheke bihêz ji bo ku li paşerojê arêşeyên kargêrî û darayî bigehin çareseriyê.”