Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike, û pê re danûstandinan li ser rûdan û pêşhatên herêmî û gefên terorê û paşeroja hebûna hêzên Hevpeymanan li Îraqê dike.
Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 14.07.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen û şanda pê re kir.
Baregayê Barzanî belav kir, “Di wê hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê Andrew Beasley jî tê de berhev bûbû, Balyozê Brîtanyayê li Îraqê rêzên xwe ji bo serdana Serok Barzanî ya ji bo Bexdayê û hevdîtinên wî yên bi aliyan re diyar diyar kirin û ragehand, ew serdan bûye sedema çêbûna rewşeke siyasî ya erênî di nav piroseya siyasî ya Îraqê de û serdaneke serkeftî bû.”
Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa encamên serdana xwe ya ji bo Bexdayê kir. Li ser piroseya siyasî ya herêmî jî, Serok Barzanî birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di dema diyarkirî de tekez kir.
Rûdan û pêşhatên herêmî û gefên terorê û paşeroja hebûna hêzên Hevpeymanan mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn.