Serokê eşîreke Enbarê: Me ji bo avakirina herêmeke Sunnî piştgirî bi wergirtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Her diçe behsa avakirina herêmeke serbixwe ya Sunneyan li Iraqê tê kirin. Serokê eşîreke Enbarê dibêje, wî piştgiriya biyanî ji bo ragihandina herêmeke Erebî ya Sune li Iraqê bidest xistiye.

Sunneyên Îraqê tevî beşdarbûna piraniya hêzên wan di hikûmetên li pey hev ên Iraqa nû de, lê ew di wê baweriyê de ne ku ew di belavkirina postan û hevpariya rêveberiyê de tên perawîsxistin, ji ber wê jî bi berdewamî karta avakirina herêmeke Sunne wek zexteke siyasî li ser hêzên din bilind dikin.

Şêx Reid Silêman ku yek ji şêxên navdar ên Enbarê ye got, piştevaniya navdewletî ji bo avakirina herêmeke Sune ya Erebî li Iraqê heye û ji sedî 90 ji Sunneyan piştgiriya herêma nû dikin. Herwiha got ku bîrokeya herêmeke Sunnî, koka wê bo nêzî 10 salan vedigere.

Şêx Reid got: “Herêma Erebên Sunne Enbar, Mûsil, Selahedîn, Diyala û kembera Bexdayê li xwe digire. Ev herêm welat parçe nake û me razîbûna welatên herêmê, Kendavê û Amerîkayê wergirtiye.”

Li ser helwesta aliyên Şîe jî, Mehmûd Heyanî ji hevpeymaniya Fetih got:: “Civaka Sunne ji hev cuda ye û cudahiyên wan rê li ber avakirina herêmeke wiha digire. Mijara herêmîkirinê, mafek e ku di destûrê de hatiye garantîkirin, lê pêwîstî bi mekanîzmayeke rasteqîne û îradeya hêzên siyasî heye, lewma hewlên avakirina herêmeke Sunneyan bê encam e.”

Heyanî amaje bi wê jî kir: “Dema ku destûr hatiye nivîsandin, hêzên Sunne birokeya herêmekê bi xwe red kirin. Serokên Sunneyan li ser namzedekî ji bo Serokatiya Parlamentoyê li hev nakin, ma çawa dikarin li ser avakirina herêmekê li hev bikin?!.”