Burhan Nemrawî: Serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê Sune nêzî hev kirine

Burhan Nemrawî
Burhan Nemrawî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serkirdeyekî Partiya Teqedûmê amajeyê dide, “Piştî serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê, aliyên Sune nêzî hev bûne.” Herwesa dibêje, “Dubare serhildana gotinan li ser çêkirina herêmeke Sunî ji bo cudahî û duberekiyan vedigere.”

Serkirdeyê Partiya Teqedûmê Burhan Nemrawî ragehand, “Piştî serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê, Mihemed Helbûsî û tevaya hêz û aliyên Suneyan li hev nêzîk bûne.”

Burhan Nemrawî amaje jî da, Dubare serhildana gotinan li ser çêkirina herêmeke Sunî ji bo cudahî û duberekiyan vedigere.”

Navbirî herwesa got, “Hizira pêkanîna herêmeke Sunî di nav Suneyan de bi awayekî fermî nehatiye berçavkirin, ya ku di vî warî de tê gotin jî nerînên kesî ne û çi aliyekî Sune heta niha xwe li wê hizirê nekiriye xwedî.”

Wî serkirdeyê Partiya Teqedûmê tekez jî kir, “Pêkanîna herêman li Îraqê yek ji madeyên destûrî ye lê Partiya Teqedûmê niha xwe nedaye aliyê wê mijarê.”

Serok Mesûd Barzanî bi hevaltiya şandeke bilind a Herêma Kurdistanê li roja Çarşemê, 03.07.2024, gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Cîgirên Serokwezîrê Îraqê Mihemed Temîm û Fuad Hisên û hejmareke berpirsên hikûmî û siyasî yên Îraqê ve pêşwazî lê hat kirin.

Ew şanda hevaltiya Serok Barzanî ji bo Bexdayê dikir ji Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Civata Wezîran Umêd Sebah, Şêwirmendê Serok Barzanî Erefat Kerem Stûnî, Endamên Mekteba Siyasî ya PDKê Azad Berwarî û Hêmin Hewramî, Berdevka Baregayê Bazirganî Xelîda Xelîl û hejmareke din a berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk dihat.

Serok Barzanî du rojan li Bexdayê ma û di dema wan her du rojan de bi berpirsên bilind ên Hikûmeta Îraqê û tevaya aliyên siyasî yên Îraqê re civiya û danûstandin pê re kirin.