Sasan Ewnî: Li ser fermana Mesrûr Barzanî dabînkirina erdî bo fermanberan bileztir tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê tekezê li ser bileztirkirina piroseya parvekirina erdî li ser fermanberan dike, herwesa daxwazê dike ku rêkarên parvekirina erdî bileztir bên kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser komnivîseke Wezareta Şaredarî û Geştyariyê razî dibe, herwesa tekezê li ser bileztirkirina piroseya parvekirina erdî li ser fermanberan dike. Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê jî daxwazê ji şaredariyan dike ku rêkarên parvekirina erdî bileztir bikin.

Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî îro (Yekşem, 28.07.2024) bi merema bilezkirina piroseya parvekirina erdî civîna çarê bi şêwirmend, birêveberên giştî yên wezaretê û tevaya birêveberên giştî yên şaredariyan û serokên şaredariyan û birêveberên nexşedanana avedaniyê li parêzgeh û îdareyên serbixwe kir.

Ew civîn ji bo bileztirkirina piroseya parvekirina erdî û aşnakirina şaredariyan bi xalên komnivîsa pejirandî re bû, ku ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve razîbûn li ser hatiye dan, ji bo bileztirkirina piroseya parvekirina erdî û dana desthilatê bi Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê, ku erd bi lez ji bo fermanber bê dabînkirin û li wan cihên arêşe ji bo wê piroseyê peyda dibin zû bên çarekirin.

Sasan Ewnî di wê civînê de ragehand, “Divê ji îro ve tevaya şaredariyan û nexşedanana avedaniyan bi hevahengiya parêzgehan û birêveberiyên çandinê û tevaya aliyên peywendîdar ên sinorên wan, ji bo bileztirkirina piroseya parvekirinê kar bikin.” Herwesa got, “Ew arêşeyên tên di rêya wê piroseyê de di çarçoveya wan desthilatan de ên ku bi şaredariyan hatine dan çare bikin.”

Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê zêdebarî tekezkirina li ser bilezkirina wê piroseyê, herwesa li dû wan desthilatên di komnivîsa pejirandî de pê hatine dan, wî jî desthilat da şaredariyan ku bi hevahengiya tevaya aliyên peywendîdar re bi awayekî cidî kar bikin, wekî kuştina erdî û danana nexşeyê û diyarkirina erdî û dabînkirina fermanber û endazyaran ji bo birêvebirina karên parvekirina erdî, herwesa tekez li ser qerebûkirina wan kesan jî kir ên ku erdên wan dikevin di nav wan zeviyên tên parvekirin de.