Sirwe Resûl: Hikûmeta Îraqê piştrastî da awareyan ku kempan danaxin
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebera Giştî ya Navenda Hevahengî û Qeyranan a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere dike, “Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê awareyên Herêma Kurdistanê piştrast kirine ku kempan danaxin.”
Birêvebera Giştî ya Navenda Hevahengî û Qeyranan a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sirwe Resûl îro (Yekşem, 28.07.2024) ragehand, “Şandeke Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di dema 21 heta 25ê Tîrmeha 2024ê de serdana Herêma Kurdistanê kir û ji nêz ve serdana kempan kir, bi merema haydarbûna li ser dawî guhertinên mirovî, herwesa bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê di derheqa astê pêşkêşkirina xizmetkariyan li kempan de, tevî helsengandina erk û xizmetkariyên ku dezgehên federalî pêştir pêşkêş kiribûn, ji bo ku wêneyekî tevav ê wê rewşê bizanin tevî berbestên di rêya vegeriyanê û çawaniya çarekirinê de.”
Sirwe Resûl herwesa got, “Di vê çarçoceyê de şanda Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê bi nûnerên Navenda Hevpar a Hevahengiya Qeyranan li parêzgeh û îdareyên serbixwe û serperiştên kempan re civiya û danûstandin li ser çawaniya parvekirina pêşkêşkirina xizmetkariyan li kempan kirin, herwesa danûstandin li ser doza aloziyên awareyan kirin.
Birêvebera Giştî ya Navenda Hevahengî û Qeyranan amaje jî da ku, wê şandê guhdariya arêşe û nîgeraniyên awareyên kempan kir, tê de nerînên xwe li ser xizmetkariyên mirovî berçav kirin, piştrastî jî da ku mijara daxistina kempan pêdivî ye bi awayekî bê darêtin ku bi pêdivîtiyên wan awareyan re guncayî be yên ku li kempan û derveyê kempan in.
Sirwe Resûl herwesa got, “Di wan civînan de pişrastî bi awareyan hat dan ku kemp di wê dema pêştir hatibû diyarkirin de nayên daxistin, belkî dubare pilaneke hevpar a mirovî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de tê darêtin û tê de tevaya egeran li ber çav tên wergirtin.”
Birêvebera navbirî ron jî kir, “Pêştir Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nivîsara fermî Nivîsîngeha Serokwezîrê Hikûmeta Îraqê li ser rewşa awareyan li kempan haydar kiribû û çend dîtin û têbînî jî li ser rewşa deverên azadkirî û xirabiya rewşa Şingalê û lihevkirina Şingalê û tevaya mijarên din jî berçav kiribûn, lewma Serokwezîrê Hikûmeta Îraqê li ser pêşniyara Wezareta Navxwe lijneyeke ast bilind di navbera her du hikûmetan de pêk anî, ji bo dubare xwandina rewşa awareyan û danana mîkanîzma pilaneke mirovî ya hevpar ji bo doza vegeriyana dilxwazane ya awareyan ji bo warên wan ên resen.”
Birêvebera Giştî ya Navenda Hevahengî û Qeyranan eşkere jî kir, “Li paşerojeke nêzîk ew lijneya bilind dicive.” Herwesa got, “Di dawî roja serdana xwe de wê şandê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku kariye wî erkê mirovî bike xema xwe û spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir ku alîkara serekî ya hikiûmetê bû di wî erkê mirovî de û soz da ku hemî nîgeraniyên awareyan li navxwe û derveya kempan û ew tiştên wan bi çavên xwe dîtine wekî xwe bigehînin û bi rêya wê lijneya bilind çareseriyeke guncayî pêşkêş bikin.”