Seqamgirî, xweza û dîroka Kurdistanê fakterên serekî ne ji bo rakêşana sînemakarên biyanî

Aryan Selahedîn
Aryan Selahedîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîlê Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê dibêje, “Ew jîngeha guncayî ya ku li Herêma Kurdistanê ji aliyê xwezayî û seqamgirî ve heye tevî şûnwarên dîrokî, ji bo rakêşana kompaniyên berhemanîna filmên sînemayî û sînemakaran fakterên baş bûn, ji bo ku filmên xwe li deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê çê bikin.

Wekîlê Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê Aryan Selahedîn got, “Piştî ku Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi karî kir, Wezareta Rewşenbîrî li ser rênima û raspardeyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî xemsarî nekiriye û ji hemî aliyan ve giringî bi ferheng û huner û rewşenbîriyê daye, xasma jî hunera sînemayê. Her vê yekê jî wesa kiriye ku di dema vê kabîneyê de tevî qeyranên darayî û belavbûna pejîka Koronayê, çar festîvalên mezin ên sînemayî li dar xistin, û di wan her çar festîvalan de jî ji bilî sînemakarên navxwe, aktor û derhênerên sînemayî yên biyanî û deverê hatine vexwandin û cihê xwe girtiye û bala sînemakarên biyanî rakêşaye.”

Aryan Selahedîn ragehand, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî li sala 2021ê û di gera heştê ya Festîvala Filman a Dihokê de amaje da “xweza û jîngeha Herêma Kurdistanê ji bo çûna nav filmên cîhanî xwezayeke xweşik û guncayî heye, ji bo ku bala sînemakarên biyanî bê rakêşan”.

Bi piştrastî ve heta niha çend kompanî û sînemakar û berhemînerên diyar ên filmên sînemayî hatine, li paşerojê sînemakarên din jî ji bo wergirtina feydeyî ji xweza û pêgeha dîrokî ya Herêma Kurdistanê tên.

Navbirî amaje jî da, “Ji bilî xweza û şûnwarên dîrokî, ewlehî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê jî fakereke din e ji bo rakêşana sînemakaran û kompaniyên navdar ên navdewletî yên berhemanîna filman, ji bo ku bên Herêma Kurdistanê û karên xwe yên hunerî li vê derê bikin.”