Zindaniya reviyayî ya Silêmaniyê hat desteserkirin

Silêmanî
Silêmanî

Silêmanî (K24) - Piştî revîna zindaniyekê ji Çaksaziya Silêmaniyê, Asayîşa Silêmaniyê eşkere kir ku kariye wê zindaniya reviyayî û wan kesên ku alîkariya wê jî kiribû desteser bikin.

Birêveberiya Asayîşa Silêmaniyê ragehand, “Duhî (Yekşem, 28.07.2024), piştî ku zindaniyeke Çaksaziya Silêmaniyê revî, ji aliyê Birêveberiya Asayîşa Silêmaniyê ve li bajarê Silêmaniyê hat desteserkirin.”

Wê ragehandinê amaje jî da ku şeş tometbar di heşardan û veguhastina wê zindaniyê de alîkar bûn, tevaya wan jî hatine desteserkirin û radestî qanûnê hatine kirin.

Peyamnêrê K24ê duhî (Yekşem, 28.07.2024) got ku, xeberê revîna keçikeke desteserkirî ji Çaksaziya Silêmaniyê heye û dezgehên ewlehiyê jî piştrast nekiriye, lê îro Asayîşa Silêmaniyê bi desteserkirina wê keçikê ew nûçe piştrast kir.