Rewşa Rojhilata Navîn aloz bûye û Amerîka jî haydariyê dide
Navenda Nûçeyan (K24) - Zêdebûna aloziyên Rojhilata Navîn û tirsa berfirehbûna şerî, Amerîka neçar kiriye ku bi rast û çepan haydariyan bide.
Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkayî ji zarê çend berpirsên Amerîkayî ragehand, “Îdareya Biden Tehran haydar kiriye ku haydariyê bide komên xwe yên çekdar û xwe ji zêdebûna aloziyên deverê dûr bike.”
Piştî êrîşên li ser bingeha Eyn Esed û Mecdel Şemsê, Amerîka haydariyan dide û daxwaza tenakirina rewşê dike.
Ji aliyekî din ve jî, pêgeha Axiosê ya Amerîkayî ji zarê du berpirsên Israîlî û amerîkayî eşkere kiriye, Amerîkayê haydarî daye Israîlê ku eger wekî bersiv ji bo êrîşên li ser Mecdel Şemsê êrîş bike ser pêgehên Hizbulahê li Bêrûtê, rewş dê ji kontirolê derbikeve.
Piştî zêdetirî çar mehên bêdengiyê, êrîşên komên çekdar yên li ser bingeh û hêzên Amerîkayê li Îraqê careke din hatine destpêkirin. Tenê di her du heftiyên borî de, du caran bi moşek û dronan êrîşî ser bingeha Eyn Esedê li rojavayê Îraqê hat kirin.
Amerîkayê jî, di çarçoveya erkê Hêzên Fermandeya Navendî ya Amerîkayê de û ji bo parastina bingeh û hêzên xwe li Rojhilata Navîn, li heftiya borî du balafirên şerî yên B-52 şandin deverê, ku ji bo dema 32 seetan li asmanê deverê zivirîn.
Amerîka li beranberî giringtirîn guhertina siyasî ye ku ew jî hilbijartinên serokatiyê ne, lewma jî îdareya Biden hemî bizavan ji bo tenakirina rewşê dike.