Almaniya li dijî asayîkirina pêwendiyan bi Şamê re ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Almaniya pêşinyara 8 welatên Yekîtiya Ewropayê ya derbarê asayîkirina pêwendiyan bi rêjîma Sûriyeyê re red kir.

Berdevkê Wezareta Derva ya Almaniyayê di konferanseke rojnemevanî de got, “Rejîma Sûriyê niha rê li ber her pêşketinekê di proseya siyasî de, li gorî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî (2254) digire û ew bi awayekî rojane tawananên li dijî mirovahiyê di derheqê gelê xwe de dike.”

Herwiha da zanîn, heya ku ev rewş berdewam be, ew nikarin pêwendiyên xwe bi bi rêjîma Sûriyeyê re asayî bikin.

Beriya çend rojan, 8 welatên Yekîtiya Ewropayê peyamek arasteyê bo Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell kirin û tê de daxwaza asayîkirina pêwendiyan bi rêjîma Sûriyeyê re kirin ji bo çareserkirina pirsa penaberan.

Ji ber berdewamiya pêla penaberan ji Sûriyeyê, komek welatên Yekîtiya Ewropî hewl didin ku têkiliyên nêzîktir bi hikûmeta Şamê re deynin. Di belgeyeke hevbeş de ku çend roj berê hat weşandin, Îtalya, Austurya, Kirwatya, Komara Çek, Qibris, Yûnanîstan, Slovenya û Slovakyayê pêşniyara destnîşankirina nûnerekî ji bo Sûriyeyê kirin.

Roja Îna borî, Wezîrê Derve yê Îtalya Antonio Taiani got, Romayê Stefano Ravagnan wek Balyozê Italiyayê li Sûriyê destnîşan kiriye û di demeke nêzîk de dest bikar bike.