Amerîka welatiyên xwe yên li Rojhilata Navîn hişyar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîkayê êrîşa li ser bakurê Babilê wek kiryareke berevaniyê bi nav kir û hişyarî da welatiyên xwe yên li Rojhilata Navîn ku ji her egerekê re amade bin.
Cîgira Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Sabrina Singh di civîneke rojnamevanî de ragihand, êrîşa li ser devera Curf El-Sexer a parêzgeha Babîlê, ji bo berevanî û parastina hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî bû. Ji ber ku grûpên milîsên Îraqî xwe amade dikirin ku êrîşî hêzên Amerîkî bikin.
Singh got, welatê we qet dudil nabe ku tedbîrên pêwîst bigire, ji bo berevanîkirin û parastina leşker û dîplomatên xwe li Iraq û Rojhilata Navîn.
Amaje bi wê jî kir, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin Îsraîl ji guhertinên niha û paşerojê yên hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn eşkere kirin, lê hîn Austin heta niha biryara dawî derbarê hêzên ku dê bên bicihkirin nedaye.
Ji aliyê din ve, Beşa Karûbarên Balyozxane û Konsolosxaneyan a Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe û ragihand, rewşa ewlehiyê li Rojhilata Navîn bi temamî aloz e. Herwiha bang li welatiyên Amerîkî kir ku hişyar bin û xwe ji her bûyerekê re amade bikin.
Herwiha got, dibe ku alozî bibe sedema hilweşandina geştên asmanî bo Rojhilata Navîn.
Piştî kuştina Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê, kuştina serkirdeyê Hizbullaha Libnanî Fuad Şukir li Beyrûtê û gefên tolhildanê yên Îran û Hizbullahê, rewşa Rojhilata Navîn aloztir bûye. Çend welatan jî daxwaz ji welatiyên xwe kirine ku serdana Îran û Libnanê nekin û yên li wan her du welatan in jî, demildest derkevin.