Cotyarên Efrînê dest bi çinîna sêvan kirine

kurdistan24.net

Efrîn (K24) – Cotkarên Efrînê û derdora wê dest bi çinîna sêvan kirin, lê ji ber kêmbûna av, bihabûna semad û dermanan gazinan dikin û dibêjin hilberîna wan li gorî par kêm bûye û pêwîstiya wan bi piştgirî û alîkariyê heye.

Li herêma Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku bi axa xwe ya guncaw ji bo berhemanîna meyweyan xweş tê naskirin, werzê çinîna sêvan dest pê kir. Lê cotkarên herêmê gazinan ji rewşê dikin û dibêjin ku bihabûna sotemenî û dermanan û kêmbûna ava bandavê, rewşa wan xirab kiriye.

Cotkarek ji K24ê re dibêje: “Herêma me bi çandina meyweyên wek sêv û henaran navdar e. Niha dema sêvan e, em berhev dikin û dibin bazarê. Lê astengî pir in, bîrên me hişk bûne û ava bendavê kêm digihe me. Derman, semad û alavên din ên çandiniyê biha ye.”

Piraniya malbatên Efrînê û derdora wê bi berhemên çandiniyê debara xwe dikin, bi gotina cotkaran jî, dahata wan li gorî salên berê ne baş e û bi nirxekî erzan tê firotin, ji ber ku rê tune ne ku berhem bo derveyî bajêr bên şandin.