Piştî nûçeya Kurdistan24ê ava taxa Şilbê ya Diyarbekirê hat
Diyarbekir (K24) – Piştî nûçeya Kurdistan24ê ya di derbarê birrîna ava taxa Şilbê ya naveçya navendî ya Diyarbekirê ya Yenîşehîrê, welatiyan ji Kurdistan24ê re dan zanîn ku ava taxa wan hatiye û spasiya Kurdistan24ê kirin.
Ji ber ku ev demek e li taxa Şilbê ya Diyarbekirê ku girêdayî naveya navendî Yenîşehîrê ye av nedihat. Kurdistan24ê ev rewş kir nûce û bû dengê welatiyên taxê ku li Taxa Şilbê 8 hezar û 230 kes dijîn.
Pirraniya welatiyên taxê bo pêdiviyên xwe yên mirovî berê xwe didan Mizgefta Taxa Şilbê û ava mizgeftê bi kar dianîn.
Piştî nûçeya Kurdistan24ê jî welatiyan dan zanîn ku av hatiye û ji ber ku buye wesîle dengê welatiyên mexdur wan bigihîje rayedaran spasiya Kurdistan24ê kirin.