Mûsa Ehmed: Me dixwest nivîsîngeheke me li Qamişloyê jî hebe
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed tevlî bûlteneke Kurdistan24ê bû û tê de eşkere kir ku, wan dixwest nivîsîngeha Dezgeha Xêrixwazî ya Barzanî li bajarê Qamişloyê jî vekin, weke ku li Efrînê vekiriye lê ji ber çêkirina astengiyan wan nekarî nivîsîngehê li Qamişloyê vekin. Tekez jî kir, heta di şiyanên wan de ye, ew dê di xizmeta tevahiya xelkê Kurdistanê de bin li çi bajarekî Kurdistanê be.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed îro (Yekşem, 04.08.2024) di roja 19 saliya damezrandina wê dezgehê de ji K24ê re ragehand, “Me dixwest nivîsîngeha Dezgeha Xêrixwazî ya Barzanî li bajarê Qamişloyê jî vekin, weke ku li Efrînê vekiriye lê ji ber çêkirina astengiyan me nekarî nivîsîngehê li Qamişloyê vekin.”
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tekez jî kir, “Me çi bargiraniyek li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê kabîneyê û kabîneyên borî de jî, çê nekiriye. Me berdewam hêsankarî ji bo tîmên hikûmetê kiriye, xasma ji bo wezaretên Perwerde, Tendirustî, Karûbarên Civakî û wezaretên din jî.”
Mûsa Ehmed herwesa got, “Me bizav kiriye hevahengeke baş bin. Em bargiranî nebûn, me ji bo hikûmetê hêsankarî kiriye. Ew alîkariyên ji der ve ji me re tên, me gehandine destên wan welatiyan ên ku pêdivîtî pê hebûye, vêca çi penaber bin an jî welatiyên asayî.”
Navbirî herwesa got, “Em şanaziyê dikin ku me bi dehan milyon dolar ji derveyê Kurdistanê anîne nav Kurdistanê, di eynî demê de jî em di navbera xêrxwazan û xelkê hejar û aware û penaberan de navbeynkarên baş bûn.”
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî amaje jî da, “Hin caran serma li Kurdistanê digehe jêr sifirê û hin caran jî germa digehe di ser 50 nimreyan de, lê çi rewşên nexweşî an pejîkan li nav wan kempan belav nebûne, ew jî ji ber hebûna xelkê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tîmên Ddezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye ji ber ku em îdare û serperiştiya zêdetirî 31 kempan dikin.”