Derbarê Dr. Cenap Ekîncî de ji ber banga “Pêşî Kurdî” lêpirsîn hat vekirin
Diyarbekir (K24) – Bijişkê profesor Cenap Ekîncî bang kiribû ku bila hemû esnaf ser kargehên xwe binivîsin “Pêşî Kurdî” , li ser vê yekê derbarê wî de lêpirsîn hat vekirin. Li ser vê yekê jî rêxistinên ziman dibêjin divê ji ber pêşhatên demên dawîn de hamû alî îdeolojiyên xwe danin aliyekê û kurdî bikin mijara sereke.
Karvedanên jêbirina nivîsên kurdî yên ser rêyan berdewam in ku Profesorê Bijişk Cenap Ekîncî ji hesabê xwe yê Xê bang li esnafan kiribu ku bila li ser kargehên xwe binivîsin Pêşî Kurdî, li ser vê yekê jî parlementerek MHPê yê berê û serokê partiya Zafer ê Stenbol ji bo ku doz li Cenap Ekîncî were vekirin serî li dadgehê dan û derbarê Cenap Ekîncî de lêpirsîn hat vekirin û polîsan jî îfadeya wî standin. Bijişkê Profesor jî dibêje wî tiştek ku bibe tawan nekiriye û negotiye û ew dixwaze bo zimanê kurdî bêhtir qad were vekirin û bêhtir derfet werin dayîn.
Bijişk û Profesor Cenap Ekîncî ji K24ê re got: “Bila pêşî gel li zimanê xwe xwedî derbikeve, bila li hemû deran binivîsin pêşî zimanê kurdî. Ev daxwaz ne daxwazek dijî yasayan e, ev daxwazek mirovî ye, bila ev bar ne tenê ser mile şaredariyê be, wisa şaredarî bi wan re bikeve rikeberiyê wê qeyum bavêjin ser, bila gel lê xwedî derbikeve.”
Derbarê banga Profesor Cenap Ekîncî de saziyên zimanê kurdî jî dibêjin divê her kurdek û rêxistinên kurdên îdeolojiyên xwe deynin aliyekê û piştgiriya banga xwedîlêderketina zimanê kurdî bikin da ku êdî bi hêsanî helwestên wisa li dijî zimanê kurdî dernekevin holê
Rêveberê Yêkîtiya Dildarên Zimanê Kurdî Dilkurdê Saît Ozturk got: “Reşkirina nivîsên kurdî şermeke mezin e, em piştgiriya banga Cenap Ekîncî dikin, bila hemû hêz û rêxistinên kurdan binivîsin pêşî zimanê kurdî bila xwedî li ziman derbikevin, Pêşî Kurd, Pêşî Kurdî”
Pêşî bi fermana Parêzgeriya Diyarbekir nivîsên kurdî hatin jêbirin, şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir careke din ew nivîs nivîsîn, Parêzgeriyê jî careke din nivîsên kurdî reş kirin. Ev rewş ber kû derê ve diçe nediyar e, lê bang li kurdan tê kirin ku xwedî li zimanê xwe derbikevin.