Hemasê cîgirê nû ya Îsmaîl Haniye destnîşan kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas), Serokê Baskê Leşkerî û Îstixbarata xwe Yehya Sinwar, wek Serokê Polîtburoya xwe li şûna Îsmaîl Heniye hilbijart.
Hemasê di daxuyaniyekê de ragihand, hilbijartina Yehya Sinwar weke Serokê Polîtburoya tevgerê, piştî gotûbêjên berfireh di navbera serkirdeyên tevgerê de hat.
Yehya Îbrahîm Sinwar di 29ê Cotmeha 1962an de, li kampa Xan Yûnis a başûrê bajarê Xezzayê ji dayik bû. Ew weke endezyarê êrîşên 7’ê Cotmeha 2023’an hate naskirin. Herwiha ew wekî peyayê tunelan jî tê naskirin.
Sinwar di sala 1986an de, ji aliyê serkirdayetiya Hemasê ve hat erkdarkirin, da ku Ajansa Ewlekarî û Îstixbaratê ya Mejd ava bike, ku erkê wê komkirina zanyariyên îstixbaratî li ser Îsraîlî û jinavbirina sîxurên Mossada Îsraîlê di nava Hemas û Kerta Xezzeyê de bû. Piştî sala 2013an, berpirsiyariya karûbarên ewlehî û leşkerî yên Hamasê li Xezzeyê kete destê wî.
Bi derbasbûna zêdetirî 10 mehan ji şerê Xezzeyê re, hilbijartina Yehya Sinwar wek Serokê Polîtburoya Hamasê, ku yek ji wan kesên herî zêde li Îsraîlê tê xwestin, bû sedema karvedanên navdewletî. Rojnameya “Washington Post” dipirse “Sînwarê ku hîn jî xwe di nav tunelên Xezzeyê de vedişêre, çawa dikare di hevdîtinên agirbestê de erkên xwe yên dîplomatîk pêk bîne?”
Serokê Polîtburoya Hamasê Îsmaîl Heniye piştî ku beşdarî merasîma sûndxwarinê ya serokomarê nû yê Îranê bû, di êrîşekê ya li ser cihê wî ya li Tehranê de hat kuştin.