Li Dêrazorê 2 kes di êrişa hêzên rêjîma Sûriyeyê de hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrişa hêzên ser bi rêjîma Sûriyeyê êrîşî rojhilatê Dêrazorê kir, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, Hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên Berevaniya Niştimanî derengiya şeva borî êrişî baregehên wan li rojhilatê Dêrazorê kirin û bi awayekî heremekî navçeyên Şihêl, Hecîn, Zîbyan, El Latwa û Ebû Hemam topbaran kirin.”
Diyar kir jî, piştre, şer û pevçûnên dijwar di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Meclisa Leşkerî ya Hecînê û komên êrişker de li derdora gundê Zîban, El Latwa û Ebû Hemam derketin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê aşkera kir jî, di topbaranê de li gundên Zîban û El Latwa 2 kesên sivîl hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn. Her wiha li bajarokê Şihêlê jî 2 sivîl birîndar bûn.