Havîn hîn bidawî nebûye koçberên bakurê rojavayê Sûriyeyê di xema zivistanê de ne

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li kampên bakurê rojavayê Sûriyeyê, koçber gazinan ji kevinbûna konan dikin û dibêjin ji ber wan konan, zarokên wan nexweş dikevin. Di heman demê de bang li rêxistinên mirovî dikin ku alîkariya wan bikin.

Di pileyên germahiya bilind de, bê av û eliktirîk koçberên Sûriyeyê li bakûrê rojavayê welat di nava konan de dijîn. Konên ku ji heyama 5 salan ve têne bikaranîn, xwe li ber germahiya havînê û serma zivistanê nagirin, ji ber wê jî gelek koçber nexweş dikevin.

Koçber Mihemed Yûsif: “Ev 5 sal em di van konan de ne, her salê wan didIrûn û çak dikin, lê îsal em nikarin ji ber ku gelekî kevin bûne, nema xwe li ber ger û sermê digrin.”

Koçber Mihemed Ekrem: “Koçber êdî nikarin di nava van konên kevnar bijîn. Gelek kes ji ber germê nexweş ketine. Rewş zehmet e û bi hatina zivistanê re dê dijwartir bibe.”

Neşticiyên kampên bakurê rojavayê Sûriyeyê bang li rêxistinên mirovî dikin ku alîkariyan wan bikin û konên nû ji wan re peyda bikin, yan jî projeyên neşticîbûnê ji wan re ava bikin.

Koçber Xeyas Elî: “Em di konên kevn de dijîn. Bandoreke xerab li zarokan kiriye. Her kes nexweş e. Em dixwazin konên me biguherînin yan me vegerînin nava xaniyan.”

Li gorî raporta Tîma Hevahengên Bersivdana Sûriyeyê, rêjeya malbatên ku di bin xêza hejariyê de dijîn zêdeyî %91 li bakûrê rojavayê Sûriyeyê, 41% ji wê rêjeyê koçber in û di kampan de dijîn. Ji ber wê hejariyê û nebûna karînan, çareserkirina pirsgirêka konan di destê rêxistinên mirovî de ye.