Li Kerkûkê derçûyên bijîşkî bi xwepêşandanê daxwaza mafên xwe dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Derçûyên fakulteya bijîşkî yên Kerkûkê îro li pêş Rêveberiya Tendirustiyê xwe pêşan didin û daxwaza tayînkirina xwe dikin.

Li gorî yasayên Iraqê, divê derçûyên bijîşkî yekser piştî qedandina fakulteyê bên tayînkirin. Lê niha Wezareta Tendirustiya Iraqê biryar daye ku ji 60 hezar derçûyên hemû parêzgehan, tenê 29 hezar kesî werbigire.”.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, li Kerkûkê 5 hezar derçûyên bijîşkî hene, ku îro li ber Rêveberiya Tenduristiyê dest bi xwepêşandanê kirine.

Xwepêşanderekî ji K24ê re got: “Em îro ji bo daxwaza mafên xwe kom bûne, ji ber ku li gorî yasaya hejmar 6 a sala 2000’an divê hemû derçûyên bijîşkî bên tayînkirin.”

Got jî: “Wezîrê tenduristiyê gotiye em hemû nabin kar, ji 60 hezar derçûyan, tenê 29 hezar kes dê bên tayînkirin, lewra me çendîn caran xwenîşandan kir lê bê encam man.”

Xwepêşanderekî din jî got: “Me çendîn xwepêşandan li Herêma Kesk a Bexdayê û li ber Wezareta Darayî kirin. Nûnerên me bi Wezîrê Darayî re civiyan û wî got ku ezê hemû piştgiriya darayî bikim, lê pêwîstiya min bi nivîsekê ji Wezîrê Tenduristiyê heye.”

Derçûyekî din jî got: “Em wek derçûyên bijîşkî kom bûne û daxwaza mafên xwe dikin, lewma heta em mafên xwe negirin, em ji vir dernakevin.”