Li Edeneyê 3 erdhêjên di ser 4 pileyan re rû dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Kozan a Edeneyê 3 erdhêjên bi pileyên 4.6, 4.5 û 4.0 rû dan. Bi hêza erdhêjan re jî, bajêrên derdorê ji pê hesiyan.
Saziya Afat û Rewşên Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) di daxuyaniyekê de ragihand, Li navçeya Kozan a Edeneyê 3 erdhêjên bi pileyên 4.6, 4.5 û 4.0 rû dan û kûrahiya wê 7 k.m di bin erdê de bû.
Ji aliyê xwe ve Wezirê Nevxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlîkaya jî li ser malperê xwe yê “X” di peyamekê de eşkere kir û got “Li Kozana navçeya Edeneyê, demjimêr 05:32 yê erdhejêk bi bi hêza 4.6, di demjimêr 05:33 de erdhejêk bi hêza 4.5 û di demjimêr 05:34 ê jî erdhêjeke bi hêza 4.0 pileyan, bi giştî 3 erdhêj pêk hatine û bajarên derdorê ji ev erdhêj his kirine. Belê heta niha agahîyeke xirap ji me re nehatiye.”