Lufthansa geştên xwe yên ji bo Iraq, Îran û Îsraîlê radiwestîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya Hêlên Asmanî ya Almanî Lufthansa geştên xwe yên ji bo Îran, Îsraîl, Iraq, Libnan û Urdinê ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn, bi taybet aloziyên Îran û Hizbullaha Libnanî li hember Îsraîlê rawestandin.

Kompanyaya Kompanyaya îro 7ê Tebaxê di daxuyaniyekê de ragihand, “Li ser bingeha analîzên ewlehiyê, em ê geştên xwe yên ji bo Rojhilata Navîn binirxînin û ji nû ve birêk bixin.”

Her wiha got, wê ji îro heta 13ê Tebaxê hemû geştên xwe yên ji bo firokxaneyên Emman, Beyrût, Tehran, Tel Aviv û Bexdayê rawestandin.

Lufthansa ji ber aloziyên piştî kuştina Serokê Polîtburoya Hamasê Îsmaîl Heniye li Tehranê û gefa tolhildanê ya Îranê li dijî Îsraîlê û ji bo ewlehiya rêwiyan û firokeyên xwe, geştên xwe yên bo herêmê betal kirin.