Berpirsekî Amerîkî ji K24ê re: Emê bersiva her êrîşekê li ser hêzên xwe bidin
Navenda Nûçeyan (K24) – Demek e komên çekdar dîsa dest bi êrîşên li dijî hêzên Amerîkayê yên li Iraqê kirine. Amerîka bang li hikûmeta Iraqê kir ku êrîşên li ser leşkerên Amerîkayê rawestîne. Ev yek piştî wê tê, piştî kuştina rêberê Hemasê Îsmaîl Heniye, êrîşên li ser hêzên Amerîkî li Iraqê zêde bûne.
Piştî demekê ku êrîş li ser hêzên Amerîkî kêm bûbûn, grûpên çekdar ên Îraqî dîsa dest bi êrîşên li ser hêzên Amerîkî kirin.
Êrîşa dawî li ser hêzên Amerîkî û hevpeymanan li baregeha Eyn El-Esed li parêzgeha Enbarê bû ku tê de 6 leşker û 2 karmend birîndar bşn. Weke her car, Amerîkayê got, ew ê di dem û cîhekî guncayî de de bersivê bidin. Herwiha daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî kir ku li dijî grûpên çekdar raweste.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di kongreyeke rojnamevanî de got: “Hikûmeta Iraqê got ku wê dest bi lêkolînê li ser êrîşa li ser baregeha Eyn Esedê kiriye û çend berguman li ser wê êrîşê de girtine. Di dema êrişên berê yên li ser leşkerên Amerîkayê de, me gotibû ku ev leşker li ser daxwaza hikûmeta Iraqê li welêt in û divê hikûmeta Iraqê rê li van êrîşan bigire.”
Ji 17ê Mijdara sala borî ve zêdetirî 150 êrîş li dijî hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê hatine kirin. Piştre êrîşek li ser bingeheke leşkerî ya Amerîkî li Urdinê hat ku tê de sê leşker hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn, ku ji ber vê hêrsa Amerîkî bilindtir bû. Li hember vê yekê, hêzên Amerîkî li ser fermana Biden 85 armancên grûpên çekdar ên Îran piştevaniya wan dike, li Iraq û Sûriyê bombebaran kirin.
Pisporê siyaseta derve yê Amerîkayê David Tefurî ji K2ê re ragihand: “Hîn hejmareke mezin ji hêzên me li Iraq û Sûriyê hene. Hêzên me ji aliyê milîs û komên çekdar ên bi piştevaniya Îranê ve rastî êrîşan hatin, bi taybetî ji 7ê Cotmehê ve û çekên Îranê bikar tînin.”
Got jî: “Ev jiyana leşkerên me dixe metirsiyê ku hin ji wan bi giranî birîndar bûne. Tolhildana dawî ya Amerîkayê nîşan dide ku Amerîka bersiva êrîşan dide û peyamê dide kesên ku ev êrîş plan kirine û pêk anîne.”
Washington û Bexdayê komîsyoneke hevbeş a leşkerî û hevahengiya ewlehiyê pêk anîne, di vê çarçoveyê de jî gotûbêjan derbarê peywendiyên ewlekarî û leşkerî û diyarkirina paşeroja hêzên Amerîkayê li Iraqê dikin, ku hejmara wan niha nêzîkî 3 hezar leşker e.
Amerîka daxwaza parastina hêzên xwe ji hikûmeta Iraqê dike ku li ser daxwaza wî welatî perwerdeya leşkerî û îstixbaratî pêşkêşî hêzên ewlehiyê yên Iraqê dikin. Herwiha ew mafê xwe jî dibîne ku rûbirûyî êrîşên komên çekdar bibe.