Dadgeha Lêkolînan a Neynawayê yadaşta desteserkirinê ji bo Qasim Şeşo derdixe

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Lêkolînan a Neynawayê li Serokatiya Dadgeha Temîzê ya Neynawayê yadaşta desteserkirin û pişkinînê ji bo Qasim Şeşo derdixe, herwesa amajeyê dide ku “bêrêzî bi pêxemberê Îslamê kiriye û piştevaniya tundûtîjiyê û şerê navbera dînan dike”.

Dadgeha Lêkolînan a Neynawayê li Serokatiya Dadgeha Temîzê ya Neynawayê îro (Pêncşem, 08.08.2024) yadaşta hejmar 11683/3423/2024 ji bo desteserkirina Qasim Şeşo Xelef Edo Xalidî derxist.

Wekî di wê yadaştê de hatiye, navbirî bi tawana bêrêzîkirina bi pêxemberê Îslamê û piştevaniya tundûtîjiyê û şerê navbera dînan tometbar e.

Dadgeha Lêkolînan a Neynawayê herwesa amaje daye, “Şeşo li dû madeya 195ê ya sizayên Îraqê tometbar e û daxwazkirî ye ku li Dadgeha Lêkolînan a Neynawayê amade bibe.”

Wezareta Ewqafê û Karûbarên Dînî û Yekîtiya Zanayên Dînê Îslamê ya Kurdistanê li roja Sêşemê, 06.08.2024, ragehandibû, “Em gotinên Qasim Şeşo bi tundî şermezar dikin, ku di çarçoveya hilkeftinekê de li Şingalê li beranberî dînê pîroz ê Îslamê û pêxemberê me Mihemed (S) kirine. Em wekî mafê xwe dibînin ku rêkarên qanûnî di vî warî de bi cih bînin.”

Di wê ragehandinê de hatiye, “Yek ji şanaziyên Herêma Kurdistanê pêkvejiyana dînî û neteweyî ye. Jenosîd û reftarên nemirovî ji aliyê teroristên DAIŞê ve bi serê Kurdên Êzidî hatine. Ev reftarên teroristên DAIŞê, ku li bernaberî hemî pêkhatan hatine kirin, berovajî pirinsîpên dînê pîroz ê Îslamê û dînên din e, herwesa çi deman kiryarên teroristî û tundrêyî û xirabkarî li ser çi dîn û neteweyan nayên hejmartin, lewma nabe bi heceta kiryarên tundrê bi xirabî behsa dînê pîroz ê Îslamê bê kirin.”