Eşwaq Caf: Biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî bê cudahî xizmeta tevaya Kurdistanê dikin

Eşwaq Caf
Eşwaq Caf

Navenda Nûçeyan (K24) - Endameke berê ya Civata Nûnerên Îraqê amajeyê dide, “Biryarên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bê cudahî xizmeta tevaya Kurdistanê dikin. Ew budceyên ji bo pirojeyên Silêmaniyê jî tên terxankirin wekî xwe ji bo pirojeyên xizmetkarî nayên xerckirin.”

Endama Civata Nûnerên Îraqê ya berê Eşwaq Caf îro (Pêncşem, 08.08.2024) ji K24ê re ragehand, “Piştî civînên xwe yên bi berpirsên Helebce û Silêmaniyê û îdareyên Germiyan û Raperînê re li roja 30ê Hezîranê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaziyên welatiyên wî sinorî rasterast wergirtin. Herwesa bi awayekî cidî kar li ser wan daxwaziyan hat kirin û tîmên hikûmetê jê re hatin pêkanîn.”

Eşwaq Caf Herwesa got, “Biryarên îro yên Serokwezîr Mesrûr Barzanî xizmeta tevaya texên welatiyan dikin û çareseriya arêşeyên wan jî dikin.”

Endama navbirî amaje jî da, “Biryarên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bê cudahî xizmeta xelkî di warên jîngeh û ciwanan de dikin, herwesa xizmeta kesûkarên şehîd û zindaniyan û dabînkirina sotemenî û pirojeyên xizmetkariyan jî dikin.”

Endama Civata Nûnerên Îraqê ya berê ron jî kir, “Divê ew budceyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xizmetkirina deveran xerc dike ji bo bichanîna pirojeyan bên xerckirin, ku ew budceyên hikûmetê wekî xwe ji bo pirojeyan nayên xerckirin. Armanc li pişt wê nexerckirinê hene, ji bo ku wesa diyar bikin Hikûmeta Herêma Kurdistanê hin dever piştguh xistine, lê divê her berpirsekî îdarî xizmeta xelkê Kurdistanê bike.”

Piştî ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja 30.06.2024ê serdaneke giring ji bo her du parêzgehên Silêmanî û Helebceyê kir. Tevî danana berê binyatî ji bo bingeha Sayloya Helebceyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê serdanê de hevdîtin û civîn jî bi berpirsên îdarî yên wan deveran re kirin.

Ji bilî wê yekê jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek hevdîtin û civîn û danûstandineke rû bi rû û vekirî bi hejmareke şêniyên deverên cuda cuda yên wan her du parêzgehan re jî lidar xist.