Alîgirên komên girêdayî Heşdê rêyê li romala K24ê li Necefê digirin

Xwenîşandan li Nexefê
Xwenîşandan li Nexefê

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo romalkirin û veguhastina xwenîşandana jinan û çalakvanan li dijî qanûna nû ya rewşa kesî, alîgirên komên girêdayî Heşdê li Necefê rêyê li kanalên ragehandinê digirin, ku peyamnêrê K24ê jî di nav wan de ye.

Jin û çalakvanên civaka sivîl îro (Pêncşem, 08.08.2024) li Necefê li dijî qanûna nû ya rewşa kesî ya Îraqê xwenîşandan kir, di eynî demê de alîgirên komên girêdayî Heşdê rûbirûyî xwenîşanderan bûn.

Peyamnêrê K24ê li Necefê di vî warî de got, “Piştî rûbirûbûna alîgirên komên girêdayî Heşdê bi xwenîşanderan re, hêzên ewlehiyê desttêwerdan kir ji bo ku rêyê li aloziyan bigirin. Tevî wê jî, alîgirên komên girêdayî Heşdê gef li dezgehên ragehandinê kirin ji bo ku romala wê xwenîşandanê nekin.”

Rengvedanên cuda cuda ji pirsa edilandina qanûna rewşa kesî li ser astê endamên Civata Nûnerên Îraqê çê dibin, bi awayekî ku bûme du alî.

Hejmareke endamên wê civatê bi edilandinê re ne û wekî derkeftinek ji bo kêmkirina diyardeya cudabûna hevjînan û wergirtina zarokan piştî cudabûnê dihesibînin. Hejmareke din jî wê edilandinê wekî bombeyeke çandî li nav civaka Îraqê binav dike û daxwaza rawestandina wê edilandinê dike.