Kardînal Sako pêşniyar dike nimêja hevpar di navbera dêr û mizgeftan de bê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê tekezê li ser wê yekê dike ku, divê lêvegerên dînên Kiristiyan, Îslam û Cihûyan bi awayekî hevgirtî li beranberî wan kesan rabiwestin ên ku daxwaza kerb û kînê dikin û dehola şerî lê didin.
Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Luîs Sako ragehand, “Piştî derbazbûna deh salan li ser tawanên DAIŞê û awarebûna Kiristiyanan û jenosîda Êzidiyan, hêşta gelên deverê di rewşeke neseqamgir de dijîn. Li ser vê axê kuştin û kavilkirin û terorkirin hene, mezinbûna şerî li Rojhilata Navîn li kopîtkê ye.”
Kardînal Luîs Sako bal kêşa ser wê yekê jî ku, divê lêvegerên dînên Kiristiyan, Îslam û Cihûyan bi awayekî hevgirtî li beranberî wan kesan rabiwestin ên ku daxwaza kerb û kînê dikin û dehola şerî lê didin. Herwesa pêxemetî aştiya deverê pêşniyar dike ku nimêja hevpar di navbera dêr û mizgeftan de bê kirin.
Navbirî amaje jî da, “Eger mirovên jîr li cîhanê pêngavan ji bo rawestandina vê tundûtîjiya berdewam neavêjin, ku gelek nemaye jiyana bi hezaran kesan bixe metirsiyê û mal û halên wan wêran bike, hingê em dê di rewşeke gelek karesatbar de bijîn.”
Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê amaje jî da, “Rast e ku hemî alî wesa radigehînin ku li dijî şerî ne, lê ew hemî jî xwe çekdar dikin û şerî dikin. Divê aştî pabendbûneke reha be. Em gelên deverê bi hev re dijîn û em nikarin veder bijîn. Çareserî bi rêya şerî nabe.”
Kardînal Luîs Sako tekez li wê yekê jî kir ku, divê ji bo aştî û seqamgiriyê kar bikin, bi zalbûna li ser xirabî û şerî, ew jî bi rêya diyalog û hevfêmkirinê. Herwesa got, “Xudê em çê kirine ji bo ku em bi aramî û viyan û dilxweşî bi hev re bijîn.”